Ahmed Awad peymanekî du salan li Dalkurdê îmze kirîye. Peymana forwetê hate dawîn piştî sezonê û bi vir de gotûbêjan berdewam bûne ji bo ku her du alî bigihijin peymanek. Niha dirêjkirin hazir bû.

– Ez pir kêfxweşim. Me demeke dirêj gotûbêj kiriye û niha ez pir rehatim ku me hertişt çare kir. Ez bikêfim ku ezê alîkarî bidim Dalkurd ku ev tîm bigihije sewîyen nuh û ku emê di Allsvenskan de bilîzin. Ev tişt ji bo me hemûyan xeyalek pir mezin bûye, Awad got.

Awad yek ji lîstikvanên ku en dirêj di yekîna Dalkurd de bûye. Sezona çûyî, Awad yek ji lîstikvanên herî serkêş bû û sedemek ji bo pêşveçûna Allsvenskan bû. Gotûbêj berdewam bûne lê guman tunebûn.

– Piştî ku min dest bi fûtbolê kir, Dalkurd hertim di teswîrê de bûye. Dalkurd hergav di pêşî de bûye û ev hezkirin dualî bûye di navbera me herduyan. Ji ber ev qet guman tunebûn, lê mecbûr bû ku hertişt ji bo herdu alîyan rast be. Meseleya dewama pêşveçûna min heta planê Dalkurdê, lê ez pir kêfxweşim ku me hertişt bi awayekî herî baş çare kir, Awad bi taybetî dîyar kir.

Sezona yê bê, îmkanê Awad û Dalkurd heye ku bi tîmên herî baş li Swêd re bilîzin. Ev îmkan, forwet bi heyecanê hêvî dike.

– Ez pir hêvîya sezona yê bê dikim. Ji bo min xeyalek bûye ku ez Dalkurdê bi rê ve bibim Allsvenskan. Min herdem his kiriye ku îmkanên ku ez di Allsvenskan de bilîzim, bi Dalkurd re ye. Rêza me ji bo Allsvenskan û tîmên din heye, lê em ji wan natirsin. Em xwe adapte nakin ji bo tîmên din. Em di Allsvenskan de ne ji bo ku em pêşve herin û ji bo ku em her maçê de baştir bibin. Em naçin Allsvenskanê wekê mêvanek, lê emê tecrûbe bikin ku emê fûtbola xwe bilîzin û emê bi fûtbola xwe li Swêd de xwînşîrîn bikin, Awad got.

Midûrê sporê Adil Kizil pir kêfxweşe ku hertişt çare bû û ku parçeyek giring ji bo sezona yê bê garantî kir.

– Ez pir kêfxweşim. Ahmed lîstikvanekî şîyan bû ku ev salên çûyî pir pêş ve çûye. Ji ber vî li gel Dalkurdê, Ahmed û em pêşerojekî pir bi heyecan hêvî dikin, Kizil got.