Dalkurd, qelevanê 21 salî Sixten Mohlin, ji Malmö FF bi deyn peyda kir. Mohlin aîdê Malmö FF bûye di gihîştina fûtbola xwe de û tecrûba wî heye ji taximê netewîyên ciwan.

– Ez ji Åhusê hatim Malmö FF gava ku ez 12 salî bûm û ez ji ew caxê li tîmê de bûme. Piştre ez bi deyndan li Västerås SK û Kristianstad FC lîstime. Ez di hemû taximên netewîyên ciwan, ji bilî U21 lîstime û ez di şampîyonîya cîhanê ji lîstîkvanê bin 17 salî de lîstim û medalyaya bronz wergirt, Mohlin got.

Mohlin behs dike ku ew Dalkurdê baş nas dike û sedemek ji bo ew hat Dalkurdê, antrenor Azrudin Valentic bû.

– Bi piranî ji ber antrenor bû. Min pir tiştên baş bihîstîye û ez pir îlham dibînim ku bi wî re bişuxulim. Piştre Dalkurd tîmekî pir xweşe û fûtbola xwe li ser bingeha pas ava dikin û ji bo yî min îmkanek başe, Mohlin got.

Sezona bê pêşbirkexwastinek pir mezin dibe, Mohlin dibêje. Lê qelevan bi bawerîyek mezin hêvîya sezona bê dike.

– Dê pir zor be lê pir bi heyecan be û dê pêşbirkexwastinek pir xweş be. Ez pir bihewesim ku destpê bikim û dê pir xweş be, Mohlin got.

Dalkurd sezona bê di deplasmanê de bi Malmö FF re di Kûpa Swêdê de destpê dike û Mohlin hinek zêde hêvî dike.

– Ji bo min dê pir xweş be. Dê herdem bihewese ku mirov bi tîma herî baş bilîze û ez hêvîdar im ku emê qezenc bikin, Mohlin got.