Dalkurd lîstîkvanê bosnayî Irfan Jasarevic peyda kir. Jasarevic 22 salî ye û ji tîma FK Krupa, ji Bosna endam bû. Ev sezon, Jasarevic 16 maç lîstîye û 2 gol kirîye. Jasarevic bi lingê çepê dilîze û di defansê de hem di ortê de û hem jî di alîyê çepê de dikare bilîze.

Birêveberê sportif Adil Kizil da zanîn ku Jasarevic lîstîkvanek balkêşe ku Dalkurd daxwazî kir.

– Ew lîstîkvanek balkêşe. Bi lingê çepê dilîze û defansa ortê/alîye çepê de dilîze û sezonek baş lîstîye li Bosna yê. Me karekî giran kir ku em karibûn ev lîstîkvan peyda bikin û em hêvîdarin ku em dikarin bêtir ji potansîyelê wî derxin ji ber ku ew bes 22 salî ye.

Jasarevic peymanek heta sala 2022 bi Dalkurdê îmze kir.