Wêne: Mathilda Ahlberg/Bildbyrån

Maçekî ma ye berê tehtîla havînê/tehtîla ji bo şampîyona cîhanê ku wê 1,5 meh dirêj be ji bo taximê lîga Swêdê. Dalkurd wê li dij şampîyona Swêdê ya sala berê Malmö FF di roja yekşemê de bilîze.

Wendakirina roja pêncşemê li dij IF Elfsborgê maça dawî bû ji bo antrenorên Dalkurdê Azrudin Valentic û Amir Azrafshan. Li dij Malmö yê, birêveberê sportîf Adil Kizil wê serkarî ya taximê bike.

– Hisa min başe. Emê li rastê dijberêk pir baş werin û her kes gerek xebatek ji sedî sed bike, Kizil got.

Lîstîkvanê qiraxê Simon Strand dîsa vegerîya ye taximê piştê wezîfedarîya maça çûyî. Alexander Ekblad, Rawez Lawan û Andrew Stadler ne di taximê de ne ji ber ku ew birîndarin. Tevî ku rewş zor e, Kizil da zanîn ku atmosfer di taximê de başe.

– Atmosfer başe tevî mercan. Yekbûnî ya lîstîkvana başe û şexsîyetekê pir baş nîşan da ne di ev du rojan de, Kizil got.

Ji bo dijberê roja yekşemê Malmö, destpêka sezonê giran bû ye û ew di rêza nehem de ne berê maçê de. Malmö ji antrenorê xwe Magnus Pehrsson veqetîn berî du hefteya û birêveberê sportîf Daniel Andersson wê serkarî taxímê bike di bendewarîya antrenorekî nuh. Heft lîstîkvanên Malmö jê kêm e li hember maça li dij Dalkurd: Johan Dahlin, Andreas Vindheim, Egzon Binaku, Fouad Bachirou, Arnór Traustason, Laorent Shabani û Pavle Magic.

Dalkurd û Malmö di Kûpa ya Swêdê de berê çend mehan. Malmö maçê 1-0 qezenc kir, piştê ku Markus Rosenberg gol bi pênaltîyê kir.

MALMÖ FF – DALKURD FF
Yekşem 27ê Gulanê, saat 15.00

Stadyûm: Stadion, Malmö
Hakim: Kristoffer Karlsson
Bilêtên maçê LI VIR bikirin!