Di 2018 de, Dalkurd peymanek bi organîze ya Roja Min a Taybetî (Min Stora Dag) re çêkirîye. Organîze wê li alîyê pêşîyê ya formayê Dalkurdê yê sezona 2018 de xuya bibe, ji bo ku bal bikşîne xebata mezin û giring ku ev organîze dike.

Roja Min a Taybetî organîzeyek tevaya welatî ye ku ferqîyet dike ji bo zarok û ciwanên bi nexweşîyên giran û/an jî teşxîsan li Swêd. Di 2017 de, ji 4500 zarokan bêtir Rojekî Taybetî derbas kirin. Hertişt ji Rojekî Taybetî bi serê xwe, kampekî an jî konserekî li gel zarokên yê din, heta gerekî bi malbatê re. Roja Min a Taybetî dixweze bîranînên zaroktîyê û navbirek ji demên zor û zehmet çê bikin. Organîze alîkarîya dewletî ya beledîyeyî nastîne lê girêdayî yê dîyarîyên ji kesên taybetî, şîrketan û weqifan e. Roja Min a Taybetî bi klînîkên zarokan yê temamê Swêdê re hevkarî dikin. Madeleine ya dotmîr parêzgera organîzeyê ye. Organîze di sala 2000 de hat danîn.

Dalkurd kampanyakî di nav terefdar û hevkarên xwe yê Swêd û li derveyê welat de dest pê kirîye, û armanca me ye ku em bi kêmanî 30 000 Euro (300 000 SEK) kom bikin, ku emê diyarî bikin ji bo organîzeyê û xebata wan yê biserketî.

Tu dikarî alîkarî bidî vê komkirinê, bi rêya transfera bankê. Di çargoşeya agahdarîyê de “DALKURD” binivisîne:

Navê Bankeyê: SEB
Numara Hesabê Bankeyê: SE7350000000054281000879
Navnîşana Bankeyê: 10640 Stockholm, Sweden
Navê Hesabê: STIFTELSEN MIN STORA DAG
Koda Wergirê Bankê: 5428
Swift Kod: ESSESESS