Bi sedema ew îdîayên ku Kawa Junad di medyayê de pêşkêş kir di rojên dawî de, em dixwazin ev îşaret pê bikin.

Dalkurd FF sipasdare ji bo alîkarîya ekonomîk ku Kawa Junad alîkarî da ye bi rêya şîrketa xwe, di ew dema kurt ku wî bala xwe da ye ji bo alîkarîya pêşveçûna Dalkurd FF.

Wek dîyar bû ji îdîayên Kawa Junad di medyayê de, ew rola xwe wek berhemkar û hisedarê hindikahî di Dalkurd AB de xelet fam kirîye.

Komeleya îdeel Dalkurd FF, li gor, wek ku tê gotin, qanûna 51%, hisedarê piranî ya Dalkurd AB ye.

Dalkurd FF bi rêya demokrasî ya komeleyan bi rê ve dibe û heqê biryardanê ya herî mezin di berpirsyarîya endaman de ye di komcivînê de. Endamên Dalkurdê ne, bi gotinekê din alîgirên Dalkurdê û fidakarên Dalkurdê, ku komîteya Dalkurd FF hilbijartine û komîteya Dalkurd FF berpirsîyarin ji bo ku komîteyek jîr ji bo Dalkurd AB tayîn bikin, bi sedema xwedîbûna piranî ya komeleyê di Dalkurd AB de.

Demekîye ku Kawa Junad xwestîye ku Dalkurd FF hemû heqê biryardanê ya Dalkurd AB teslîmê wî bike û ku ew, bi tenê, bikaribe komîteya Dalkurd AB tayîn bike. Ji bo Dalkurd FF ev tişt helbet qebûl nabe. Pêşeroja Dalkurd FF di destê endamên wê de ne. Ruhê Dalkurd FFê alîgirên û fidakarên ku hem wext û hem jî pere sermaye kirine û ku bi rêya endametî ya xwe pêşeroja Dalkurdê biryar dikin.

Komîteya Dalkurd FF wê tu caran bi prensîpên Dalkurd FF, heqê biryardanê ya endaman, qanûnên Yekîtîya spor yê giştî an jî mafê komeleyên li Swêd kompromîs nakin, beyî ku berhemkarek bi sermîyanekî mezin daxwaz lê bike.