Foto: Krister Andersson/Bildbyrån

Dalkurd antrenorek nuh girtîye. Johan Sandahl, ku 39 salî ye, vegerîya Dalkurdê ji bo peryoda wî ya sêyem di taximê de. Sandahl, ku antrenorê sereke bû li Dalkurdê di sezona 2011 de û antrenorê asîstan bû di sezona 2016 de, kêfxweşe ji bo bişûndehatina xwe ya Dalkurdê.

– Ez gelek kêfxweşim ku ez li vir im. Min berê du peryodên gelek xweş li vir derbas kir û ez hêvîdarim û bawer dikim ku ev peryoda sêyem jî dikare wekê yê din xweş be. Em di rewşekî pir zehmet de ne ji dîtina sportîf de û ji me hemûyan rêkûpêkî ya mezin, biryarên biaqil û karê giran pêwîste ji bo ku em derkevin cîyê ku em dixwazin lê bin. Lê heta ku hêvî ya me heye, hertişt mimkune. Û emê Dalkurd bin, Sandahl şirove kir.

Birêveberê sportîf ya Dalkurdê, Adil Kizil, razî ye ku Johan Sandahl vegerîyaye taximê.

– Ez kêfxweşim ku Johan dîsa vegerîyaye li vir. Me antrenorek dixwast ku taximê baş nas dike, ji bo ku em dîsa ji serî de destpê nekin bi tiştekî nuh. Niha lazime ku em hemû karekî giran bikin ji bo ku em vê rewşê vegerînin, Kizil got.

Johan Sandahl, ku berê li taxima danîmarkî Vejle de bû, heta dawîya sezonê bi Dalkurdê re îmze kirîye.