Wêne: Johan Bernström/Bildbyrån

Li hember sezona 2016 di Superettan de, Heradi Rashidi ji Södertälje FK peyda bû. Lîstîkvanê bilez, maça xwe ya pêşî li Dalkurdê, li dij Assyriska FF di 3 yê Nîsanê de lîst. Piştê ku Rashidi dawîya sala 2016 li Syrianska FC derbas kir, ew vegerîya Dalkurdê li hember sezona 2017. Rashidi di sezona 2017 de sedemek xurt bû ji bo pêşveçûna Allsvenskanê. Rashidi 29 maç lîst ew sezonê de û 3 gol û 6 pas kir. Îsal di Allsvenskan de, Rashidi 5 maç lîstîye, yek ji wan maça herî pêşî ya Allsvenskan li dij AIK di 2 yê Nîsanê de. Bitemamî Rashidi 53 maç li Dalkurdê lîstîye û niha Rashidi bi AIK re peyman îmze kirîye.

Di nava salên li Dalkurdê, Heradi Rashidi lîstîkvanek profesyonel û sadiq bûye û kesek geşî di taximê de bûye. Ji ber wî hem lîstîkvanên din yê taximê, antrenor û terefdarên Dalkurdê Rashidi ecibandine. Dalkurd FF dixwaze sipasîyên xwe pêşkêşê Rashidi bike ji bo ev demê û daxwaze me ye ku ew biserkeve di pêbendîyên pêşerojê.