Dalkurd di sê maçên dawîyê de qet wenda nekirîye û piştê tehtîla havînê de çar pûana kom kirine. Ev dibe şeş pûan ba, lê Trelleborg dereng gola 2-2 kir di maça çuyî de. Lê ew maç hatîye ji bîr kirin û di hefteya çûyî de xwe ji bo maça dûşemê li dij Hammarby IF, amade kirine.

Di hefteya çûyî de jî, Hammarby qelevanek nûh peyda kir, Stefan van der Lei. Qelevan 25 salî ye, ji Holanda ye û sezona çûyî li taxima Willem II Tilburg de lîstîye. Ew ji bo maça li dij Hammarby amade ye. Ji derveyê vê, taxima Dalkurdê hema hema temame. Tenê Oliver Berg amade nine, ji ber zerara ling.

Dijberê roja dûşemê Hammarby IF, di sezona biharê de pir xweş lîstibûn û demekê dirêj di dereca yekem de bûn. Lê piştê çend encamên nebaş di dema dawîyê de, AIK wan derbas kirîye. Di havînê de, Hammarby forvetê Pa Dibba firot ji bo taximek çînî. Ew ziyanek aborî ye, ji ber ku Dibba 7 gol kirîye.

Maça roja dûşemê di navbera Dalkurd û Hammarby wê ya pêşîn be. Maç di stadyûma Tele 2 Arena de wê bê lîstinê û Dalkurd di meha gulanê de li ev stadyumê de, li dij Djurgårdens IF lîstibû, lê maçê 0-1 wenda kir.

HAMMARBY IF – DALKURD FF
Dûşem 23ê Tîrmeh, saat 19.00

Stadyûm: Tele 2 Arena, Stockholm
Hakim: Robert Daradic

Yekîne ya ji bo maçê: Sixten Mohlin, Stefan van der Lei; Kebba Ceesay, Alex De John, Alexander Ekblad, Henrik Löfkvist, Malkolm Moënza, Simon Strand, Robin Tranberg; Ammar Ahmed, Rewan Amin, Ferhad Ayaz, Rawez Lawan, Andrew Stadler; Ahmed Awad, Younes Bnou Marzouk, Mohamed Buya Turay, Yukiya Sugita.

Bilêtên ji bo maçê li VIR bikirin!