[KURMANCÎ]
Ferhad Ayaz xwe girêda Dalkurd di Rêbendana 2018, li ber sezona yaneyê a pêşî di Allsvenskan de. Bi lezîna xwe û neberbînbara xwe, Ayaz ji Dalkurd re zû bû gefekî êrîşkar. Lê nûke dem di yaneyê de gihiştiye dawiya xwe, ji ber ku Dalkurd Ayaz difiroşe Degerfors, yaneyek ku Ayaz lê vedigere. Bi tevahî, Ayaz 29 lîstik kiriye û 4 gol jî kiriye ji bona Dalkurd. Gola dawî di nav cilên Dalkurd de pirr dereng jî çêbû, berî 2 lîstikan, di serketina 5-1 de dijî Gais ku di 14ê Tîrmehê de hat lîstin.

Serokê sporê yên Dalkurd Adil Kizil şiroveyekî dide li ser firotina Ayaz:

“Ev lîstikvan daxwazekî kir ku yaneyê berde û rewşekî nû biceribîne, û em dihisiyan kû sûdekî pirr baş lazim bû ji bo ku em karibin li hev bikin. Degerfors Ferhad xelas kir ji peymana di nav wî û Dalkurd de, û nûke sê şirîk bi vê peymanê li hev in. Em spasiya Ferhad dikin ji bo dema wî di Dalkurd de û em bi hêvî ne ku ew ê di pêşerojê de serketî be.” Kizil digot.

Em spasiya Ferhad dikin ji bo dema wî di Dalkurd de, ku ew bi karên giran û terxankirin nîşan kiriye. Hêviya me mezin e ku ew ê di pêşerojê de ser bikeve.

[SORANÎ]
Ferhad Ayaz de Kanuni Duhemî 2018 da û de peş yekemîn yarî yane de Allsvenskan da, hat bo Dalkurd. Be xêrayî û kitûpirî xoy, ew zor zû bû be hereşeyek de hêrişberî de Dalkurd da. Belan êsta, Dalkurd be firoşrinî Ayaz be Degerfors, katî eme hênawe ke malawayî bikat. Ayaz de kotayî da 29 yarî û çiwar golî bo Dalkur kirdiwe. Dawîn golî de cilî Dalkurd da, degerêtewe bo dû rand pêş, de birdnewey 5 – 1 beranber Gais de 14y Temuz da.

Adil Kizil berêwberî werzişî Dalkurd, lêdwanî xoy leser firoştinî Ayaz dedat:

“Yarîzaneke be temay royiştin le yene ye û bo dorekî new hewil dedat û ême hestiman beme kird ke pêwîstîman be pare danekî maqûle bo dozinewey rêga hel. Degerfors girêbestî “Ferhad”î legel ême azad kird û her sê layen beme xoşhalin. Ême destxoşî Ferhad dekeyin bo ew kataney de Dalkurd da beser birdiwe û ême de dahatû da hîway serkewtinî bo dexwazîn”, Kizil witî.

Ême destxoşî Ferhad dekeyin bo ew kataney de Dalkurd da beser birdiwe, ke nîşanderî karî sext û xebat û dilsoziye. Ême de dahatû da hîway serkewtinî bo dexwazîn.