Gola zû ku Kerfala Cissoko bi siza çêkiribû bû gola tenê di serkeftina 1-0 a dûmatir, dijî Varbergs BoIS. Tevî ku mêvanên çûnê dixwestin golek li me vegerînin, em di ber xwe de dan û dawiya dawî em sê nuqteyên pirr giring û lazim stendin. Wateya vî tiştî dibe ku em 6 caran serketine di van 8 listikên dûmatir de û bêguman pêşbazî dikin ji bona hilkêşkirina ta Allsvenskan. Di roja yekşemê de lîstikek din yên pirr dijwar bendî me ye dijî çûna cem Västerås SK. Dalkurd ê karibe rêz û forma xwe a xweşik bihêle?

Wekî ku hûn zanin Ferhad Ayaz di vê înê de ji Degerfors IF re hatiye firotin. Lîstikvanek ku wê ji lîstika yekşemê kêm be ortevan Rawêz Lawan e, ku ji vê lîstikê hatiye terandin ji ber ku hişyariya sêyemîn stend dijî Varberg. Ji pêvî wisa hemû lîstikvanên yaneyê hazir in ji bo lîstikê û neqandina yekîneyê.

Ortevan Jonas Hellgren û êrîşvan Brian Span ji Västerås kêm in ji ber terandinên wan. Yaneyê dûmatirîn di sêşemê de dijî çûneya Jönköpings Södra lîstin, û wate dibe ew ku vehisîna wan ta lîstika yekşemê kurtetir e ji a me. Di wê lîstikê de parêzvanê Västerås Boris Ljevar birîn bû û ne naskirî ye ku wê di yekşemê de bilîze yan nelîze.

Dalkurd û Västerås berî mehekî li Gavlevallen bi hevdû re lîstin. Piştî nîvdema pêşî ku bi 1-1 xelas bû, Västerås di nîvdema duyemîn pêş ketin û dawiya dawî bi 6-1 serketin. Em bi hêvî ne ku ev encam dubare nebe, û tevî ku Västerås dûmatir bi serket dijî Dalkurd, fêda Dalkurd heye di encamên dîrokî de yên dijî vê yaneyê. Bi tevahî di nav 11 lîstikên pêşbazîdar de Dalkurd 7 caran serketiye û Västerås 2 caran serketiye.

VÄSTERÅS SK – DALKURD FF
Yekşemê 28ê Tîrmehê, saet 15.00.

Cîhê lîstikê: Solid Park Arena, Västerås
Dadger: Joakim Östling
TV: Sportkanalen û di rêya https://www.cmore.se/sport/spel/11988825-vasteras-sk-dalkurd-ff
Bilêt: https://vskfotboll.ebiljett.nu/Tickets/Choose/8?S=0
Yekîne: