Di lîstika dûmatir dijî Jönköpings Södra de ev demekî dirêj bibû lîstikek wekhev û bê encam. Mêvanan karîbûn serî bikişînin û dûra bi xweşikayî serkêşiya xwe biparêzin ku di nîvdema duyemîn de zêde bû. Encam bû têkçûnekî ne xweş û mirev tolhildan digere di vê înê de, wexta ku mirev di roja şemî de dibe mêvandarên perava rojava ji bo lîstika dijî Halmstad BK.

Wek ku hûn zanin parêzvan Christopher McVey berî du lîstikan, dijî Västerås SK terandinekî stend. Di lîstika dûmatir dijî J-Södra de ew terandkirî bû, û aniha xwiyaye ku ê terandina lîstikekî din jî bistîne. Ji ber wisa ew dijî Halmstad kêm e. Eynî tişt li ser Irfan Jasarevic e, ku dijî J-Södra balkişandinekî stend û tev vê sê balkişandinan stendiye. Wekî din hemû lîstikvanan amade ne ji bo lîstikê, û tişta bi xweşbûnekî zêdetir ew e ku du lîstikvanên ciwan ketine nav yekînê de û we biçin lîstika dijî Halmstad. Ev li ser parêzvan Salomon Muhizi û lîstikvanê qiraxê Arash Motaraghebjafarpour e, ku herdu 16 sal kirine û aniha şansek di yekîneyê de girtine.

Dijminê roja şemî ta aniha sezonekî dijwar dîtiye, û ji dêla ku ji bo cihên bilind bilîze lazim bûye ku bilîze ji bo ji cihên dakitinê re dûr bikeve. Îro roj yane cihê 11 girtiye, 6 nuqte li pişt me. Di lîstika dûmatir de zora yaneyê dijî Örgryte IS çû bi 1-3, û di wê lîstikê de lazim bû ku ortevana yaneyê Dusan Djuric, ku berê bi Dalkurd re dilîst, bi birînekî ji lîstikê derkeve. Hîn nexwiyaye ku ê were lîstika roja şemî.

Dalkurd û Halmstad berê sê caran dijî hev lîstine, û cara dawî ku bi hevdu re dilîstin, di biharê de, em bi 1-0 serketin piştî golekî pir dereng ji Kerfala Cissoko. Du serkeftinên 1-0 û lîstikek bi encamekî wekhev (0-0) bi Dalkurd re heye di lîstikên dijî Halmstad. Em bi hêvî ne ku di roja şemî de ê ev rêza baş zêde bibe.

HALMSTAD BK – DALKURD FF
Roja şemî 10ê Tebaxê, saet 16.00

Cihê lîstikê: Örjans Vall, Halmstad
Dadger: Mirza Kazic
TV: Sportkanalen û di rêya https://www.cmore.se/sport/spel/11999890-halmstads-bk-dalkurd-ff
Bilêt: https://hbk.ebiljett.nu/Home/Tickets/144/false
Yekîne: