Wêne: Mathilda Ahlberg/Bildbyrån

Pêwîst bûn ku Dalkurd maça duyem di Kûpa Swêdê de li dij IF Brommapojkarna qezenc bike, ku şans ji bo pêşveçûnê ji grupê re hebe. Destpêka maçê întensîv bû ji alîyê herdu taximan, lê gol şansên mezin tunebûn. Çend şansên nîvî yên Dalkurd hebûn, le ne nezîk bûn ku gol bikin. Piştê nîv saetê maçê, Brommapojkarna li pêş çûn. Marko Nikolic topê girt piştê pasekî nebiserketî ji bo qelevanê Dalkurd Abdülaziz Demircan, û gol kir. Piştê çend deqîqên din, Dalkurd şansekî baş girt ku rewsê wekhev bikin. Rawez Lawan topê avêt herêma penaltîyê, qelevanê Brommapojkarna topê vebijart. Younes Bnou Marzouk topê girt, lê şûtê avêt di ser qelê re. Berê bêhnvedanê, nêzîk bû ku Brommapojkarna gol bikin, lê Demircan şûta Bajram Ajeti xelas kir.

Di dewra duyem de, Brommapojkarna gol kir piştê çend deqîqan. Rewşekî tevlihev çê bû di herêma penaltîya Dalkurd de û Demircan vekişandin. Ji ber wê Martin Rauschenberg dikaribû bi serîlêxistinê gol kir qela vala. Çend deqîqe piştre, nêzîk bû ku Dalkurd gol bikin piştê frîkîkekî. Henrik Löfkvist topê bi pahnîyê lê xist, lê defansa Brommapojkarna topê li xeta qelê de xelas kirin. Rewan Amin ji durî topê avêt lê qelevanê Brommapojkarna topê xelas kir. Gol şansekî Brommapojkarna çê bû, lê Demircan xwe dirêj kir û şûta Ajeti xelas kir. Di dema lêzêdekirinê de, Malkolm Moënza şûtekî ji nêzîk avêt lê qelevanê Brommapojkarna Nikola Petric, xelaskirinek nedîtî kir. Dalkurd nikribûn gol bikin û Brommapojkarna maçê qezenc kirin.

IF BROMMAPOJKARNA – DALKURD FF 2-0
Kûpa Swêdê – Yekşem 25ê Sibatê saet 15.00 CET

Golavêj: 30’ Nikolic, 51’ Rauschenberg
Kartê zer: 51’ De John, 53’ Rauschenberg, 74’ Gustafsson, 80’ Bnou Marzouk

Rêza taximê Dalkurd (3-4-3):
Demircan – Löfkvist, Ceesay, De John – Strand, Amin, Berg, Pllana – Lawan, Bnou Marzouk, Sugita

Guhertin: 46’ UT: Pllana IN: Rashidi, 63’ UT: Sugita IN: Stadler, 71’ UT: De John IN: Moënza

Binêr: 600 kes
Hakim: Victor Wolf
Stadyûm: Grimsta IP, Stockholm