Wêne: Andreas L Eriksson/BildbyrŒån

Di tûra dehem de, Dalkurd li saheya xwe li dij IF Elfsborg dilîst. Taximê mêvan maçê hinek baştir dest pê kir û di rêya lîstikê de baştir bûn. Di deqîqa 18 de, Elfsborg çûn pêşîyê. Rami Kaib pasekî bilind da Issam Jebali, ku bi serîlêxistinê gol kir. Piştê gol, Dalkurd hinek baştir dilîstin lê bê gol şansên mezin. Johan Bertilsson şansê herî baş girt di dewreya yekem de, lê serîlêxistina wî di ser qeleyê re çû.

Dalkurd dewreya duyem hinek jîndartir dest pê kir û qelevanê Elfsborgê, Kevin Stuhr Ellegard şûtekî Yukiya Sugita yê ji nêz de xelas kir. Lê ji dêla 1-1 de, Elfsborg gola duyem kir. Sixten Mohlin şûteki Jebali yê xelas kir, lê Daniel Gustavsson dikaribû gol bike piştê vegerandinê. Ji bo Dalkurdê şansekî baş çê bû, lê Ellegaard şûta ji Bertilsson xelas kir.

20 deqîqe ji dawîyê, Elfsborg rewşê kir 0-3. Simon Lundevall pêş ve çû li rexê çepê û topê avêt goşe ya dûrtir ya qeleyê. Hinek hêvî ya Dalkurdê çê bû di deqîqa 84 de, dema ku Younes Bnou Marzouk gol kir piştê pasekî ji Ferhad Ayaz. Lê di dawîya maçê de, Elfborg gola çarem kir bi rêya Alex Dyer û maç 1-4 qedîya. Dalkurd wê maça dawîyê berê tehtîla havîne di roja yekşemê de bilîze, li dij Malmö FF.

DALKURD FF – IF ELFSBORG 1-4
Allsvenskan – Pêncşem 24 Gulanê, saat 19.00

Golavêjên Dalkurd: 84′ Bnou Marzouk
Golavêjên Elfsborg: 18′ Jebali, 50′ Gustavsson, 67′ Lundevall, 92′ Dyer

Rêza taximê Dalkurd (3-4-3): Mohlin; Löfkvist, Ceesay, Jasarevic; Berg, Amin, Ahmed, Moënza; Sugita, Buya Turay, Bertilsson

Guhertin: 46′ UT: Löfkvist IN: De John, 55′ UT: Ahmed IN: Bnou Marzouk, 72′ UT: Buya Turay IN: Ayaz

Binêr: 901 personer
Hakim: Stefan Johannesson
Stadyûm: Gavlevallen, Gävle