Wêne: Mathilda Ahlberg/Bildbyrån

Di maça yê herî dawîyê di Grûp A de, di Kûpa Swêdê de, Dalkurd û Gefle maçekî negiring lîstin. Ne Dalkurd, ne jî Gefle dikaribûn pêş ve herin ji Grûpê. Dalkurd bawer kir ku çûn pêşîyê di maçê de, lê Younes Bnou Marzouk di pozîsyona ofsaytê de bûn. Di şûna wê de, Gefle çûn pêşîyê di maçê de. Jonas Lantto pasekî pir xweş avêt ji bo Piotr Johansson û ew jî gol kir, 0-1. Kêlîkek piştre, Gefle nêzîkî 0-2 bûn, lê top li stûna qelê ket û decker derve. Lê di şûna 0-2 de, Dalkurd rewşê wekhev kir. Ammar Ahmed frîkîkek pir xweş avêt qelê û qelevan nikaribû topê bigire.

Di dewreya duheyim de, Dalkurd hinek baştir dilîst û pêsveketin di maçê de. Yukiya Sugita şûtekî avêt, ku li lîstîkvanê Gefle ket û çû hundirê qelê. Şansên Dalkurd hebûn ku bikin 3-1 jî. Andrew Stadler topê bi paynîyê lêda, lê qelevan xelas kir. Di şûna 3-1 de, Gefle rewşê wekhev kir di dawîya maçê de. Dalkurd di defansa xwe de çewtîyek sersarî kir û Sebastian Sandlund karibû 2-2 bike di qeleya vala de. Ew jî encama vebirî bû û Dalkurd bû sêyem di Grûp A de.

DALKURD FF – GEFLE IF 2-2
Kûpaya Swêdê – Yekşem 4ê Adarê saat 17.00 CET

Golavêjên Dalkurdê: 33′ Ahmed, 57′ Sugita
Golavêjên Geflê: 26′ Johansson, 88′ Sandlund
Kartê zer: 12′ Tranberg, 22′ Hjelte, 90′ Housni

Rêza taximê Dalkurd (3-4-3):
Mohlin – Löfkvist, Tranberg, Jasarevic – Strand, Amin, Berg, Moënza – Rashidi, Bnou Marzouk, Ahmed

Guhertin: 46′ UT: Berg IN: Sugita, 61′ UT: Tranberg IN: De John, 81′ UT: Bnou Marzouk IN: Stadler

Binêr: 250 personer
Hakim: Victor Wolf
Stadyûm: Gavlevallen, Gävle