Wêne: Kenta Jönsson/Bildbyrån

Dalkurd maça duhemîn li saheya xwe lîst, li dij GIF Sundsvall. Dalkurd maçê bi awayek jîndar destpê kir û çûn pêşî piştê 13 deqîqe. Mohamed Buya Turay serbest ma di alîyê rastê de û pas avêt ji Yukiya Sugita re, ku gol kir. Çend deqîqe piştre, Dalkurd dîsa gol kir. Ev car Sugita pasekî xweş avêt ji Buya Turay re û ew jî gol kir. Ew gola Buya Turay an sêyem bû ev sezon.

Şansekî Dalkurdê gelen baş hebû ku binin 3-0 bi rêya Younes Bnou Marzouk ê, ku serbest ma bi qelevan re. Le forwetê Dalkurdê şansê revand û di şûna wê de GIF Sundsvall gol kir, çend deqîqe piştre. Linus Hallenius li topê xist û top bi rêya milê Kebba Ceesay ket qelê. Di dawîya dewra pêşîn de, GIF Sundsvall nêzîk bû ku rewşê wekhev bikin bi rêya Peter Wilson, lê Abdulaziz Demircan topê gelek baş, bi lingên xwe rizgar kir.

Di dewra duhem de, GIF Sundsvall hinek bêtir ofensîv bûn û Dalkurd dixwestin rûberan bigirin û nehêlin ku GIF Sundsvall tê de êrîş bikin. Lê, GIF Sundsvall rewşê wekhev kir di deqîqa 70 de. Marc Sema Irfan Jasarevic ê derbas kir û pas avêt ji Romain Gall re, ku karibûn gol bike. Maç 2-2 xilas bû û maça bê ya Dalkurd li dij Örebro SK ye di 30ê Nîsanê de.

DALKURD FF – GIF SUNDSVALL 2-2
Allsvenskan – Yekşem 22ê Nîsanê, saet 15.00

Golavêjên Dalkurd: 13′ Sugita, 16′ Buya Turay
Golavêjên GIF Sundsvall: 31′ Hallenius, 70′ Gall
Kartên zer: 19′ Ceesay, 24′ Löfkvist; 33′ Ciercoles Sagra, 85′ Moros Gracia

Rêza taximê Dalkurd (4-3-2-1): Demircan; Strand, Löfkvist, Ceesay, Jasarevic; Berg, Amin, Lawan; Bnou Marzouk, Sugita; Buya Turay

Guhertin: 72′ UT: Bnou Marzouk IN: Awad, 83′ UT: Sugita IN: Bertilsson

Binêr: 1 099 personer
Hakim: Kaspar Sjöberg
Stadyûm: Gavlevallen, Gävle