Wêne: Simon Hastegård/Bildbyrån

Di tûra heftem de, Dalkurd li dij Kalmar FF dilîst li Gavlevallen de. Di dewreya pêşîn de, Dalkurd xweş dilîst û geled şansên xweş peyda kir. Piştê çend deqîqa, Mohamed Buya Turay şûtek avêt ji dûrahî, lê qelevanê Kalmar topê xelas kir. Piştê çend deqîqan top çû cem Heradi Rashidi, piştê pasek ji Simon Strand, lê lîstîkvanek Kalmar topê nixumand.

Kalmar çû pêşîyê piştê 20 deqîqan. Romário şûtek avêm ji dûrahî ku Abdulaziz Demircan nikaribû xelas bike. Lê pêşveçûna Kalmar tenê ji bo çend deqîqan bû. Sugita pas da ji Strand re, ku şûtek avêt. Qelevanê Kalmar topê xelas kir, lê Buya Turay topê avêt qelê û gol kir.

Di dewreya duyem de, Kalmar baştir dilîst û çû pêşîyê piştê 65 deqîqan. Gbenga Arokoyo gol kir piştê kornerê. Dalkurd pêş ve çûn ku golek bikin û Sugita topê avêt lê li stûnê ket. Di dawîya maçê de, Malkolm Moënza pas avêt ji Andrew Stadler re, ku li topê xist û avêt qelê, lê qelevanê Kalmarê topê pir xweş xelas kir û Kalmar maçê qezenc kir. Dalkurd di 13ê Gulanê de bi Djurgårdens IF re wê bilîze.

DALKURD FF – KALMAR FF 1-2
Allsvenskan – Yekşem 6ê Gulanê, saat 15.00

Golavêj Dalkurd: 25′ Buya Turay
Golavêj Kalmar: 19′ Romário, 65′ Arokoyo
Kartê zer: 53′ Buya Turay

Rêza taximê Dalkurd (5-3-2): Demircan; Rashidi, Löfkvist, Ceesay, Tranberg, Strand; Berg, Amin, Sugita; Bnou Marzouk, Buya Turay

Guhertin: 71′ UT: Tranberg IN: Moënza, 79′ UT: Berg IN: Awad, 83′ UT: Bnou Marzouk IN: Stadler

Binêr: 707 personer
Hakim: Mohammed Al Hakim
Stadyûm: Gavlevallen, Gävle