Wêne: Jonathan NŠäckstrand/Bildbyrån

Tele2 Arena, li başûrê Stockholmê bitav bû wexta ku Dalkurd bi Djurgårdens IF re lîst roja yekşemê de. Dibe ku germahîyê tesîrê lê kir di destpêka maçê de, ji bo ku tempo hinek kêm bû. Lê piştê 13 deqîqa, Simon Strand şûtek ji dûrahî avêt ku di ber qeleyê re çû. Lêlîkek piştre, Rewan Amin pasek avêt ji Ferhad Ayaz re. Lîstîkvanê qiraxê pas da Oliver Berg di navendîyê de û ew bi qelevanê Djurgården Andreas Isaksson re serbest ma. Lê Isaksson şûta Bergê xelas kir.

Djurgården şansekî pir baş girt, çend deqîqe piştre, lê serîlêxistina Jacob Une Larsson di ser qeleyê re çû. Piştê wê, Yukiya Sugita pasekî da Ayaz, ku di ber lîstîkvanên defansê Djurgården re derbas bû. Lê wê piştgirîyek stend ji Marcus Danielsson wexta ku ewê şûtê bike û ji ber wê şûta wê di ser qeleyê re çû. Djurgården dewreya duyem baştir destpê kir. Tinotenda Kadewere şûtekî avêt ku ji stûnê ket. Bes deqîqek piştre, Djurgården gol kir. Felix Beijmo pas da Kadewere, ku gol kir ji mesafeyek nêzik de.

Dalkurd zehmetî dikşand û nikaribûn şans peyda bikin û Djurgården xwe baş parastin. Di dawîya maçê de, Yukiya Sugita çalim avêt lîstikvanekî defansê, di qiraxa çepê de û topê avêt herêma penaltîyê. Younes Bnou Marzouk bi serê xwe li topê xist lê top di ber qeleyê re çû. Djurgården maçê qezenc kir, 1-0 û Dalkurd wê xwe amade bikin ji bo maça li dij IFK Norrköping roja şemîyê.

DJURGÅRDENS IF – DALKURD FF 1-0

Allsvenskan – Yekşem 13ê Gulanê, saat 15.00

Golavêj Djurgården: 55’ Kadewere
Golavêj Dalkurd:
Kartên zer: 38’ Amin

Rêza taximê Dalkurd (4-3-3): Demircan; Strand, Löfkvist, Ceesay, Jasarevic; Lawan, Amin, Berg; Sugita, Stadler, Ayaz

Guhertin: 11’ UT: Stadler IN: Pllana, 53’ UT: Ayaz IN: Bnou Marzouk, 74’ UT: Berg IN: Awad

Binêr: 10 432 personer
Hakim: Magnus Lindgren
Stadyûm: Tele2 Arena, Stockholm