Wêne: Josefine Loftenius/Bildbyrån

Di tûra nehem di Allsvenskan de, Dalkurd li deplasmanê de li dij IFK Norrköping lîst. Dalkurd maçê baş dest pê kir û xweş dilîstin. Di deqîqa heştem de, Rewan Amin pasekî pir xweş da ji Ferhad Ayaz re. Ayaz ji lîstîkvanê defans ya Norrköping bilez tir bû û topê di bin qelevan de avêt û gol kir. Piştê gol, Norrköping dest pê kir baştir dilîstin û piştê nêzîkê nîv saetê, rewşê wekhev kirin bi rêya Kalle Holmberg di penaltî yê de.

Norrköping berdewam kir û hinek ji Dalkurdê baştir dilîstin di dawîya dewreya yekem de, lê Dalkurd xwe xweş diparastin. Di bêhnvedanê de rewş 1-1 bû. Piştê bêhnvedanê, Norrköping gol kir bi rêya David Moberg Karlsson. Moberg Karlsson pasekî ji qelevanê Norrköpingê girt, ji lîstîkvanê defansê yê Dalkurdê bazda û gol kir.

Lê Dalkurd rewşê wekhev kir, kêlîkêk piştre. Ammar Ahmed frîkîkekî avêt û Kebba Ceesay bi serîlêxistinê gol kir û rewşê kir 2-2. Piştê golê, maç hinek ket tengavîyê. Lê di deqîqa 72 de, Norrköping çûn pêşîyê. Gudmundur Thorarinsson bi şûtekî pir xweş topê avêt goşeya qotê qelê. Kêlîkêk piştê golê, dema ku Dalkurd pêş ve çûn û dixwest gol bike, Norrköping gola çarem kir bi rêya Simon Skrabb û maçê qezenc kirin.

Maça Dalkurd yê bi dû de wê pir giring be, di êvara pêncşemê de, li dij IF Elfsborg di saheya xwe de.

IFK NORRKÖPING – DALKURD FF 4-2
Allsvenskan –Şemî 19ê Gulanê, saat 18.00

Golavêjên Norrköping: 33’ Holmberg (pen.), 53’ Moberg Karlsson, 72’ Thorarinsson, 82’ Skrabb
Golavêjên Dalkurd: 8’ Ayaz, 59’ Ceesay
Kartên zer: 63’ Gerson, 76’ Thorarinsson; 76’ Strand

Rêza taximê Dalkurd (3-4-2-1): Mohlin; Ceesay, Tranberg, Löfkvist; Strand, Amin, Ahmed, Ayaz; Sugita, Berg; Bertilsson

Guhertin: 54’ UT: Ayaz IN: Moënza, 55’ UT: Tranberg IN: De John, 66’ UT: Bertilsson IN: Pllana

Binêr: 7 205 personer

Hakim: Jonas Eriksson
Stadyûm: Östgötaporten, Norrköping