Her çi qasî taxim ji alîyê lîstikê de xweş lîst, Dalkurd nikaribû pûan ji Malmö vegerîne malê, di maça pêşîn a Grûp A di Kûpa Swêdê de. Dalkurd piştê 15 deqîqên pêşîn, hinekî li hêvîyê man, lê piştê wê baştir lîst. Yukiya Sugita bi serîlêxistinê topê avêt ber bi qelê, lê qelevanê Malmö, Johan Dahlin topê xelas kir.

Di dewra duyem de, Malmö kontrola maçê girt, lê Dalkurd bi têrmezîyet xwe parastin. Abdülaziz Demircan şûta Mattias Svanberg xelas kir û deqeqî piştre Carlos Strandberg serbest ma bi qelevanê re, lê şûtê avêt derve. Piştê kêlîkek, Younes Bnou Marzouk, ku serbest ma li pêşîya qelê, bi serîlêxistinê topê avêt derve, ji pasa Simon Strandê.

Di dawîya maçê de, Malmö tempoyê bilind kirin û çend şansên wan ên golê hebûn. Herweha Oscar Lewicki bi serîlêxistinê topê li bäste jorê xist û şansekî Svanbergê din hebû. Serbest bi qelevanê Dalkurdê re ma, lê top avêt serve. Sören Rieks jî şûtekî avêt bestê jorê, wexta ku 10 deqên maçê mabûn. Çend deqe piştre, Malmö penaltî kî girt, wexta ku Markus Rosenberg ket xwarê piştî diberhevdanek bi Demircan re. Hinek wext girt berê ku Rosenberg karibû penaltî yê lêxe, ji ber ku Demircan zerarek girt di diberhevdanê de. Lê wexta ku Rosenberg penaltî yê karibû lêxe, Demircan hema hema dikaribû penaltî yê bigirê. Qelevanê Dalkurdê di alîyê rast de çû lê Rosenberg pênaltîyek baş avêt û Malmö ket pêşîyê di maçê de, 1-0.

Di deqên dawîyê de, Dalkurd çend şansên baş girt ku rewşê wekhev bikin. Oliver Berg di herêma penaltîye de şûtekî avêt lê lîstîkvanekî defansê dikaribû biparêze û Henrik Löfkvist şûtekî avêt ku qelevanê Malmö xelas kir piştê kornerekî. Lê Malmö dikaribû maçê qezenc bike û encama dawî bû 1-0.

MALMÖ FF – DALKURD FF 1-0
Kûpa Swêd – Yekşem 18 Sibatê saat 17.00 CET

Golavêj: 87′ Rosenberg (Straff)
Kartê zer: 32′ Lawan, 59′ Demircan

Rêza taximê Dalkurd (3-4-3):
Demircan; Löfkvist, Ceesay, De John; Strand, Amin, Berg, Pllana; Lawan, Bnou Marzouk, Pllana

Guhertinê lîstîkvan: 46′ UT: Lawan IN: Ahmed, 65′ UT: Sugita IN: Stadler, 79′ UT: Strand IN: Rashidi

Binêr: 4566 kes
Hakim: Magnus Lindgren
Stadyûm: Malmö IP, Malmö