Wêne: Petter Arvidson/Bildbyrån

Di maça hera dawî berê tehtîla havîne, Dalkurd çûn mêhvandarîyê li Malmö ji bo maça li dij Malmö FF. Ew maçekî navbera birêveberên sportîf yê herdu taxima bû, li hêvîya antrenorên nuh. Malmö nêzîkî golkirinê bû piştê 3 deqîqan piştî ku Carlos Strandberg serbest ma bi qelevanê Dalkurdê. Lê Sixten Mohlin topê bi lingê xwe xelas kir.

Malmö aktîv bûn di maçê de û pir di rexê rastê de êrîş dikirin. Lîstîkvanê qiraxê Eric Larsson pas da ji bo Strandberg, lê ew topê avêt di ser qeleyê de. Ji dêla golekî Malmö yê, Dalkurd tengavî yê şkand di dawîya dewreya yekem de. Ahmed Awad topê stand piştê ku Simon Strand topê wenda kir li derveyî herêma penaltî ya Malmö yê. Awad topê zivirand alîyê çepê û şûtekî nizim kir ku çû nava qeleyê.

Malkolm Moënza nêzîk bû ku lipêşiyebûna Dalkurdê duqat bike, hema piştî bêhnvedanê. Şûta wî ji qelevanê Malmö yê re bû sedema problemê, lê ew dîsa jî şûtê xelas kir. Malmö rewşê wekhev kir piştî demekê kurt. Bonke Innocent topê qezenc kir di nîvê seheya Dalkurdê de û pas da Strandberg. Ew jî şûtekî bir giran avêt ku çû nava qeleyê. Piştre, Malmö du şansên pir baş çêkirin ji bo lipêşîyebûnê. Pêşîyê, serîlêxistina Strandberg ji mesafeyekê nêzîk de çû derve. Piştre, Markus Rosenberg şûtekî ji mesafeyekê nêzîk de avêt derve.

Di deqîqên dawîyê de, Mohamed Buya Turay di ber Franz Brorsson de derbas bû, lê lîstîkvanê defansê vegerîya û tope rizgar kir berê ku Buya Turay li topê bixe. Ew şansê herî dawî bû di maçê de, ku 1-1 qedîya. Niha dema tehtîlek 1,5 meh dirêje. Dalkurd wê di 7ê tîrmehê de di saheya xwe da li dij IF Brommapojkarna bilîze.

MALMÖ FF – DALKURD FF 1-1
Allsvenskan – Yekşem 27ê Gulanê, saat 15.00

Golavêjên Malmö: 55’ Strandberg
Golavêjên Dalkurd: 43’ Awad
Kartên zer: 56’ Rosenberg, 58’ Strandberg; 59’ De John

Reza taximê Dalkurd (3-5-2): Mohlin; Ceesay, De John, Löfkvist; Strand, Berg, Amin, Sugita, Moënza; Awad, Buya Turay

Guhertin: 57’ UT: Awad IN: Awad, 71’ UT: Berg IN: Bnou Marzouk, 89’ UT: Sugita IN: Tranberg

Binêr: 14 099 kes

Hakim: Kristoffer Karlsson
Stadyûm: Stadion, Malmö