Wêne: Johan Bernstršöm/Bildbyrån

Di tûra şeşemîn di lîga ya Swêde de, Dalkurd çû Örebro yê, ku tecrûbe bikin pûan ji maça li dij Örebro SK bigirin. Örebro SK maçê hinek baştir destpê kir û du şansên baş girtin, lê Abdulaziz Demircan herdu caran jî topê xelas kir. Piştê 20 deqîqe, Dalkurd baştir dilîst. Pasa ji Heradî Rashidi li destê lîstîkvanek Örebro yê ket, di herêma penaltîyê de, lê hakim penaltî neda. Çend deqîqe piştre, Yukiya Sugita pasekî pir rind da Rashidi ku serbest ma bi qelevan re, lê ew nikaribû gol bike.

Dalkurd berdewam kir ku xweş bilîzin piştê bêhnvedanê û gol kir di destpêka dewreya duyemîn de. Mohamed Buya Turay çalim kir û lîstîkvanê defansê derbas kir û pas avêt ji Sugita re, ku gol kir. Kêlîkêk piştre, dibe ku Dalkurd wê penaltî girtibana. Qelevanê Örebro, şûta ji Buya Turay xelas kir, lê top çû ji Oliver Berg re ku şût avêt. Lê lîstîkvanek defansê an Örebro, şûtê bi milê xwe rizgar kir. Hakim dîsa jî penaltî neda Dalkurdê. Lê Dalkurd gol kir çend deqîqe piştre. Sugita pasekî pir xweş avêt ji Buya Turay re. Forvetê Dalkurdê çend çaliman kir û bi şûtekî xweş, topê avêt nav qeleya Örebro yê.

Lê Örebro dev ji maçê ber nedan. Deh deqîqe ma bû ji maçê re, wexta ku Michael Omoh gol kir, ji mesafeyeke nêzîk ve, piştê kornerê. Çar deqîqê piştre, Kennedy Igboananike serbest ma li pêşîya qeleya Dalkurdê û bi serîlêxistinê gol kir, dîsa ji kornerê. Di dawîhatîya maçê de, Igboananike şûtekî ji dûrahî avêt, ku li lîstîkvanekî Dalkurdê ket û di vîrajekê de di ser Demircan de ket qeleya Dalkurdê. Örebro maçê bi awayekî gumanjêkirî zîvirandin û 3-2 qezenc kirin.

Maça Dalkurdê yê ku bê, ev roja Yekşemê 6ê Gulanê de, tê lîstinê li dij Kalmar FF. Bilêtên xwe yê ji bo maçê li vir bikirin: dalkurd.ebiljett.nu

ÖREBRO SK – DALKURD FF 3-2
Allsvenskan – Dûşem 30ê Nîsanê saat 18.00

Golavêjên Örebro: 80′ Omoh, 84′ Igboananike, 93′ Igboananike
Golavêjên Dalkurd: 54′ Sugita, 73′ Buya Turay
Kartên zer: 42′ Omoh, 76′ Gerzic – 12′ Sugita, 66′ Jasarevic

Rêza taximê Dalkurd (3-4-2-1): Demircan; Löfkvist, Ceesay (C), Jasarevic; Rashidi, Amin, Tranberg, Strand; Sugita, Berg; Buya Turay

Guhertin: 70′ UT: Tranberg IN: Moënza, 81′ UT: Rashidi IN: De John

Binêr: 5 529 personer
Hakim: Bojan Pandzic
Stadyûm: Behrn Arena, Örebro