Wêne: Kenta Jönsson/Bildbyrån

Dalkurd çûn zîyareta Hammarby IF li Tele 2 Arena li Stockholm, di êvara dûşemê. Hammarby kontrola maçê girt ji pêşîyê de, le Dalkurd bû ku hema hema gola pêşîn kir. Mohamed Buya Turay serbest ma di kontratakekî de, lê nikaribû topê kontrol bike û şûta wê çû derve. Di şûna golekî Dalkurdê de, Hammarby gol kir di deqîqa 13 de. Nikola Djurdjic gol kir ji pasekî ji Björn Paulsen. Bes 4 deqîqe piştre, Hammarby kir 2-0 bi rêya Muamer Tankovic.

Dalkurd ne baş bûn di dewreya yekem de û Hammarby zor dan qeleya Dalkurdê, lê qelevanê nuh Stefan van der Lei baş dilîst di maça xwe ya pêşîn de. Dalkurd golekî kir lê Buya Turay di pozîsyona ofsaytê de bû. Di şûna gola 1-2 de, Hammarby 2 golên din kirin di dawîya dewreya yekem de. Djurdjic gola xwe ya duyem kir bi serîlêxistinê û Jiloan Hamad wek wê kir û rewşa maçê 4-0 bû di bêhnvedanê de. Dalkurd baştir dilîst di dewreya duyem de, lê şansekî dan Hammarby ji bo gola pêncem. Lê Van der Lei Dalkurdê çend caran xelas kir.

Di deqîqa 84 de, Dalkurd gola xwe kir. Hevahengîyek xweş di navbera Buya Turay û Rawez Lawan bû û Buya Turay çalim avêt 2 lîstîkvanên Hammarby, berî ku topê avêt nava qeleyê. Tevgerek bi kalîte bû, lê hinek dereng. Dalkurd maçê bi 1-4 wenda kir. Maçekî nuh di roja şemîyê de heye û maçekî pir giringe, li dij IK Sirius di saheya Dalkurdê de.

HAMMARBY IF – DALKURD FF 4-1
Allsvenskan – Dûşem 23ê Tîrmeh, saat 19.00

Golavêjên Hammarby: 13′ Djurdjic, 17′ Tankovic, 36′ Djurdjic, 43′ Hamad
Golavêjên Dalkurd: 84′ Buya Turay
Kartên zer: 48′ Hamad, 72′ Solheim; 85′ Lawan

Rêza taximê Dalkurd (3-5-2): van der Lei; Ceesay, Tranberg, Löfkvist; Strand, Ahmed, Amin, Sugita, Moënza; Ayaz, Buya Turay

Guhertin: 46′ UT: Tranberg IN: Lawan, 60′ UT: Ayaz IN: Stadler

Binêr: 19 969 personer
Hakim: Robert Daradic
Stadyûm: Tele 2 Arena, Stockholm